• Sunday, 08 February 2026
logo

Serdarê Artêşa Îranê: Divê şêniyên Tel Evîv û Heyfayê bi zûtirîn dem ji bajarên xwe derkevin

Serdarê Artêşa Îranê: Divê şêniyên Tel Evîv û Heyfayê bi zûtirîn dem ji bajarên xwe derkevin

Serdarê Artêşê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îranê Ebdulrehîm Mûsewî gefa operasyona cezakirinê dike û peyamekê ji şêniyên Tel Evîv û Heyfayê re jî dişîne ku, di zûtirîn dem de ji bajarên xwe derkevin.

Ebdulrehîm Mûsewî êvara îro (Sêşem, 17ê Hezîrana 2025ê) di peyameke vîdyoyî de got, "Rejîma Îsraîlê bi hinceta êrîşkirina li ser şiyan û navendên leşkerî yên Îranê êrîşî jin, zarok û pîr û kalan kir û bi vê kiryarê jî hemî qanûnên navneteweyî binpê kirin."

Navbirî herwesa got, "Heta niha Hêza Asmanî ya Artêşa Pasdaran û Bergiriya Asmanî bi alîkariya tevaya hêzên din ên çekdar di artêş, polîs û Wezareta Bergiriyê de, derbeyeke giran li dijminî daye, lê ew operasyonên ku heta niha hatine kirin tenê haydarî û bergirî bûn."

Serdarê Artêşa Îranê yê nû gefa guhertina awayê operasyonên xwe kir û ragihand, “Di demeke nêzîk de operasyona cezakirinê dê bê bicihanîn.” Herwesa got, “Em haydariyê didin şêniyên axa dagirkirî ya Filistînê, xasma jî yên ku li Tel Evîv û Heyfayê hatine bicihkirin, ji bo parastina jiyana xwe bi zûtirîn dem ji wê deverê derkevin.”

Herwesa got, “Neteweya mezin a Îranê di dîrokê de selimandiye ku, li bernaberî tu destdirêjiyekê serê xwe netewandiye û dê li bernaberî kiryarên hovane yên Îsraîlê jî serê xwe netewîne, û dê bi bergiriyê û bi awayekî xweragir rejîma Îsraîlê ji ber kiryarên wê yên tawankarane ceza bike.”

Ebdulrehîm Mûsewî  tekez jî kir, “Kuştina welatî, zana û fermandaran hêzên çekdar ên Îranê ji bo bicihanîna cezayên poşmanker li dijî Îsraîlê zêdetir cidî dike.”

 

K24

Top