Bi biryara Mesrûr Barzaniyê heciyên Kurdistanê bi awayekî bilez û hêsan vegeriyan
Wezareta Ewqafê ragihand ku hemû heciyên Kurd bi ewlehî vegeriyane û hemû erkên Hecê bê pirsgirêk pêk anîne.
Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Sêşemê ragihand ku Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî biryar daye ku piştî bidawîbûna Heca 2025an heciyan vegerîne. Bi hevrêziya Dr. Paştiwan Sadiq, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî, bi organîzekirina çend civînan bi aliyên peywendîdar û rayedarên Erebistana Siûdî re, hemû heciyên Kurd, ku hejmara wan 5135 heciyan bû, vegeriyan axa pîroz a welêt.
Wezareta Ewqafê got, "Bi saya Xwedê û hewldanên tîmên rêveberiyê, di dema Heca îsal de li Mekkeyê tenê heciyek mir, yên din bi ewlehî vegeriyan malbat û hezkiriyên xwe." "Bi tevayî, îsal (2025) di hemû xizmetguzariyan de, di nav de xwarin û vexwarin, xizmetguzariyên bijîşkî, bicihbûn, veguhastin û mayîna li Çiyayê Erefat û Mînayê, pêvajoyeke mînakî ji bo heciyên Kurdistanê hat pêşkêşkirin, heciyan hemû erkên Hecê bi cih anîn."
Basnews
