Bahçelî: Armanca siyasî û stratejîk a Îsraîlê nehêştina Tirkiyeke Bêteror e
Serokê Partiya Tevgera Netewperest ya Tirkiyê (MHP) radigehîne ku, armanca siyasî û stratejîk a Îsraîlê dorpêçkirina Anadolê û nehêlana pêvajoya Tirkiyeke Bêteror e.
Serokê Partiya Tevgera Netewperest ya Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçeli îro (Sêşem, 17ê Hezîrana 2025ê) li ser hevrikiya berdewam a navbera Îran û Îsraîlê daxuyaniyek da.
Bahçeli ragihand, “Di şer de serkeftin tune, di aştiyê de gelek serkeftin hene. Divê şerê Îsraîl û Îranê dawiyê bê rawestandin.” Herwaha diyar kir, “Armanca dawiyê ya Îsraîlê ew e ku pêvajoya Tirkiyeke Bêteror têk bibe. Armanca Îsraîlê dorpêçkirina Anadolê ye.”
Serokê Partiya Tevgera Netewperest ya Tirkiyê (MHP) ron jî kir, "Êrîşa tevalî ya Îsraîlê li ser Îranê li roja 13ê Hezîranê dever jî û cîhan jî xistiye nav dudilî û tirsê.”
Devlet Bahçeli amaje bi wê jî da, "Şerê di navbera Îran û Îsraîlê de rê li ber şerekî nû xweş dike, ku şerê atomî ye û roj bi roj kûrtir û bibandortir diyar dibe."
Navbirî tekez jî kir, "Îsraîl kujereke kirêkirî ya emperyalîzma cîhanî ye, neyar û dijbera biserxistina aştî û tenahiya navneteweyî ye û hemî qanûnên mirovî û navneteweyî binpê kirine."
Basnews
