• Sunday, 08 February 2026
logo

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî: Ti pirsgirêk bi peymanên petrolê re tune ye

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî: Ti pirsgirêk bi peymanên petrolê re tune ye

Wezîrê Çavkaniyê xwezayî ragehand ku hikûmeta Iraqê berovajiyê destûr, qanûn û heta biryarên dadgehên Iraqê astengî li pêşiya hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê çêkiriye û dibêje: “Di peymanên petrolê yên bi şîrketan re de ti pirsgirêk tune ne, lê Iraq ne amade ye ku maf, garantî û lêçûnên hilberîna petrol kompanyayan re bide.".

Li gorî daxuyaniyek ji aliyê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ve hatiye dayîn, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Kemal Mihemed Salih bi awayekî cuda pêşwaziya Attila Tos, Konsulê Giştî yê Macaristanê û Rafael Movsesyan, Konsulê Giştî yê Ermenistanê li Hewlêrê kir.

Amaje bi wê jî hatiye kirin, "di herdu hevdîtinan de, Wezîrê Çavkaniyên Xwazayî li ser astengiyên li pêşiya hinardekirina petrolê axivî û ragehand, “Hikûmeta Iraqê li berovajî destûr, qanûn û heta biryarên dadgehên Iraqê astengî li pêşiya hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê çêkiriye, di heman demê de di peymanên petrolê yên bi şîrketan re ti pirsgirêk tune ne."

Herwaha hatiye aşkera kirin, Ji aliyê xwe ve, her du konsulan piştgiriya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de diyar kirin.

 

Basnews

Top