• Sunday, 08 February 2026
logo

Milîsekî Iraqê yê ser bi Îranê gef li Amerîkayê dixwe

Milîsekî Iraqê yê ser bi Îranê gef li Amerîkayê dixwe

 Sekreterê Giştî yê Ketayîba Seyîd Şoheda, Ebû Wela Welayî, ku milîsekî çekdar ê Şîe ya Iraqê ya Hevpeymaniya Îranê ye, gefa wê li Amerîkayê dixwe ku di egera destpêkirina şer a di navbera Îran û Amerîkayê de, di nav xaka Iraqê ve dê êrîş bikin ser Amerîkayê û çendîn kesê xwekuş bo wê mebestê amade kirine.

Ebû Wela Welayî, li ser rûpera xwe ya civakî Xê nivisiye: “Eger şer li Iraqê dest pê bike, bi sedan xwekujên me amade ne. Em ê rûmeta Amerîkayê bişkînin, mîna ku me cara yekem rûmeta wan şikand ku ew ji Iraqê hatin derxistin.”

Herwaha dibêje: “Li Rojhilata Navîn ti cihek bo Amerîkayê û kirêgirtiyê namine, ew rêjîmên ku xwe bi dagirkeriyê diparêzin, dê biroxin.”

Ev gef di demekê de ku heman grûpa milîsan bi berdewamî gef li Amerîkayê û welatên cîran ên wekî Îmarat û herwaha Îsraîlê xwariye, taybet berî hilweşîna Beşar Esed jî amadebûna xwe anîne ziman bo ku bi deh hezaran çekdar ji bo parastina rejîma Esed bişîne Sûriyê, lê heta niha ti yek ji van gefan bi cih neaniye.

Herwaha navçe jî dinav aloziyê de ye û Serokê Amerîkayê Donald Trump duh êvarê got, "Rojhilata Navîn di xetereyê de ye."

 

 

Basnews

Top