• Sunday, 08 February 2026
logo

Fermandarê nû yê Supaya Pasdaran gef li Îsraîlê xwar: Em ê deriyên dojehê vekin

Fermandarê nû yê Supaya Pasdaran gef li Îsraîlê xwar: Em ê deriyên dojehê vekin

Piştî ku di êrişên berfireh ên Îsraîlê de Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdarên Îranê Husên Selamî hat kuştin, Mihemed Pakpûr wek fermandarê nû hat destnîşankirin. Di daxuyaniya xwe ya yekem de, Pakpûr gefên tund li Îsraîlê xwar û soza tolhildaneke "dijwar û biêş" da.

Mihemed Pakpûr, ku îro Înê, 13ê Hezîrana 2025an, li şûna Husên Selamî dest bi kar kir, di peyameke tund de ragihand, xwîna fermandar, zanyarên etomî û welatiyên sivîl ên ku di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin, dê bê bersiv nemîne.

Pakpûr got: "Ji ber vê êriş û binpêkirina serweriya axa Komara Îslamî ya Îranê, dê çarenûseke tal û tijî êş li benda rejîma siyonîst be."

Fermandarê nû tekez kir û soza da ku Supaya Pasdaran, bi piştgiriya Artêşa Îranê û hemû hêzên din ên çekdar, dê "derbên kujer" li Îsraîlê bixe. Wî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo tolhildana xwîna şehîdên me, em ê di demeke nêzîk de deriyên dojehê li ber rejîma Îsraîlê vekin."

Artêşa Îsraîlê îro berbangê êrişeke berfireh a asmanî biribû ser Tehranê û 11 bajarên din ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê. Li gorî daxuyaniya destpêkê ya Supaya Pasdaran, di van êrişan de 40 cihên leşkerî, navendên etomî, depoyên dron û mûşekan û malên berpirs û zanyarên etomî hatibûn armanckirin. Kuştina Fermandar Husên Selamî jî di encama van êrişan de hatibû ragihandin.

 

K24

Top