Serok Barzanî pêşwaziya serokê Hevpeymaniya Ezim kir
Serok Mesûd Barzanî îro 12.06.2025 li Selahedînê pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Ezim Musena Samerayî kir.
Baregayê Barzanî ragihandiye ku, di wê civînê de dawî guhertin û pêşhatên deverê û Iraqê hatin behs kirin, herwesa danûstandin li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê jî hatin kirin.
Herwesa her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya pabendbûna bi destûr, hevparî û hevsengiyê kir.
Pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de jî mijareke din a wê civînê bû.
Basnews
