• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên Îsraîlê daxuyanî da

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên Îsraîlê daxuyanî da

 Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê şermezar kirin.

Îsraîlê destê sibehê nêzîkî saet 03:01ê bi mûşekan tesîsên nukleerî û baregehên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin.

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand, di encama êrişa wan a asmanî ya berfireh a li ser çend herêmên cuda yên Îranê de, piraniya fermandarên bilind ên Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran hatine kuştin.

Di êrişan de kuştina Fermandarê Supaya Pasdaran Husên Selamî û Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî hat piştrastkirin.

Ajansa Tesnîmê ya Îranê navên zanayên nukleerî yên ku hatine kuştin ragihandin ku wiha ne:

“Ebdulhemîd Menûçehr, Ehmed Riza Zulfikarî, Emîr Husên Fiqhî, Motlabîzade, Mihemed Mehdî Tehrançî û Fereydûn Ebasî.”

Artêşa Îsraîlê diyar kiribû ku Fermandarê Hêza Asmanî û Dronî ya Supaya Pasdaran Emîr Hacizade jî hatiye kuştin.

Êrişa Îsraîlê bû sedema bertekên herêmî û navneteweyî.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ji êrişa Îsraîlê li Îranê agahdar bûye û diyar kir ku ew dê destûrê nedin Îranê ku bibe xwediyê çekên nukleerî.

Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em şermezar dikin

Herî dawiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û êriş şermezar kirin û got:

“Em êrişa Îsraîlê ya li ser Komara Îslamî ya Îranê û bikaranîna hêza leşkerî di çareserkirina nakokiyan de şermezar dikin.

Ev bûyerên dawî rewşa aram û istiqrar a herêmê aloztir dikin û dibin gef li ser ewlehî û istiqrara herêmî û navneteweyî.

Rûbirûbûn û tedbîrên leşkerî, rewşê xirabtir dikin.

Di vê dema hestyar de, erkê civaka navneteweyî ye ku reaksiyona bilez û lezgîn nîşan bide û kar bike ku alozî û tevlihevî zêdetir belav nebin û di demeke nêz de pêşiya krîzê bigire.”

 

Rudaw

Top