• Sunday, 08 February 2026
logo

Peykerên Jinên Kurd li Hewlêrê: Rêzgirtin û xemilandina bajar

Peykerên Jinên Kurd li Hewlêrê: Rêzgirtin û xemilandina bajar

Li yek ji bazarên nûjen ên bajarê Hewlêrê, peykerên hejmareke berbiçav ên jinên Kurd ên navdar ev çend sal in ku bala welatî û geştiyaran dikşînin û dîmenek taybet dane bazarê. Ev peyker, ku her yek ji wan çîroka jinekê ji dîroka Kurdistanê vedibêje, ne tenê wek berhemên hunerî lê herwiha wek sembola rola çalak a jinan di civakê de têne dîtin.

Peykerên ku li qatên cuda yên bazarê hatine bicihkirin, kesayetiyên jin ên ku di warên cuda yên wekî siyasî, civakî û çandî de xwedî rol bûne, nîşan didin. Hinek ji wan bi cil û bergên kevneşopî, hinek bi cilên serdemî û hinek jî bi çekan hatine teswîrkirin, ku ev yek jî îşaret bi têkoşîn û berxwedana wan dike. Li bin her peykerekî, navek û kurtejiyanek derbarê kesayetiya wê jinê de hatiye nivîsandin, wek mînak peykerê "Îsmet Xanim, Keça Qazî Mihemed (1931-1953)".

Welatî Neştî Şêrko kêfxweşiya xwe li hember van peykeran anî ziman û got: "Ev peyker xizmeta dîrokî ya van jinan tînin bîra me. Gelek ji wan mamoste û rewşenbîr bûne û di demên dijwar de ji bo gelê Kurd xebitîne. Hebûna van peykeran li vir tiştekî baş e, lê divê zêdetir girîngî bi paqijî û parastina wan bê dayîn da ku dîmena wan xweşiktir be."

Ji aliyê xwe ve, peykersaz Taram Nasir girîngiya hebûna peykeran li cihên giştî destnîşan kir û got: "Hebûna peykeran ruh û şaristaniyê dide kolan û meydanan. Danîna peykerekî li cihekî giştî divê li ser bingeheke zanistî û hunerî be. Pêwîst e komîteyeke pispor ku ji dîroknas, hunermend û endezyaran pêk tê, biryarê li ser bide. Divê peyker neynika nasname û dîroka wî bajarî be."

Ev peyker ji aliyê peykersazên Kurd ve hatine çêkirin û bala gelek kesan dikşînin. Danîna van peykeran, ji bilî ku karekî hunerî ye, di heman demê de rêzgirtinek e ji bo têkoşîn û kedkariya wan jinan û herwiha sembolek e ji bo berdewamiya rola jinan di civaka Kurdî de.

 

K24

Top