• Monday, 09 February 2026
logo

Li Hewlêrê çaremîn festîvala Gul û Baxçe hat vekirin

Li Hewlêrê çaremîn festîvala Gul û Baxçe hat vekirin

Duh êvarê 15.05.2025, parêzgariya Hewlêrê belav kiriye ku bi amadebûna Wezîrê Şaredariyê yê çandiniyê Sasan Ewnî, parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, qaymeqamê qeza navendî ya Hewlêrê Nebez Ebdulah û Serokê şaredariya Hewlêrê Karzan Ebdulhadî û hejmareke din ji berpirsên îdarî û Hikûmî, ji aliyê birêveberiya endazeya parkan, li qadên berderê parka Şanedar, çaremîn festîvala Gul û Baxçe, bi beşdariya 40 kompanî û çendîn şitil hatiye vekirin.

Herwaha hatiye diyar kirin ku ev festîval dê heta 3 rojan berdewam bike.

Herwaha aşkera dike, di festîvalê de piraniya wan gulên ku hatine nimayîşkirin li Kurdistanê hatine berhemanîn û ji aliyê gulvanan ve girîngî jêre hatine dayîn û beşeke wan jî li derve de hatine, di vê derbarê de jî Wezîrê şaredariyê û parêzgarê Hewlêrê, spasî û destxweşî li serpereştyar û rêxistinvan û beşdarbûyên festîvalê kirin û hêviya serkeftinê ji wan re xwastin.

 

Basnews

Top