• Tuesday, 10 February 2026
logo

Bi sedema Vayrosa Korona li Îranê pişûya fermî hat ragehandin

Gulan Media February 23, 2020 Nûçe
Bi sedema Vayrosa Korona li Îranê pişûya fermî hat ragehandin
Bi sedema Vayrosa Korona, li tevya xwîndingehên heşt parêzgehên, bo dema dû rojan pişûya fermî hat ragehandin û li hinek bajaran jî yek hefte kirin valane.

Mesûd Seqfî, gotebêjê wezareta perwerdeya Îranê ragehand, bi sedema rêgirtinê ji belavbûna vayrosa Korona li navendên xwîndinî, li teva ya xwîndingehên Wirmê , Tehran, Hemedan, Qezwîn, Erdebîl û Gulistan her dû rojên Yekşembîyê û Dûşembîyê pişûya fermî hetîye ragehandin. Li parêzgeha Geylan û navenda wê bo yek hefteyê pişû hatîye ragehandin.

Li gor amara wezareta tendûristî ya Îranê, heyan niha 6 kes bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane.

K24
Top