Ceymis Cêfrî: DAIŞ li Sûriyê hej çalake û pêwîste harîkarîya Tirkiyê bikîn
Ceymis Cêfrî li gel televizyoneka Tirkiyê rewşa Sûriyê û ramanên Emerikayê û pêwendiyên wê li gel Tirkiyê şirove kir.
Ceymis Cêfrî got: Armanca Emerîkayê ya Serke li Sûriyê Şere li dijî DAİŞê û berjewendiyên wan yên ciyopoletîke.
Li ser rêkeftinên wab li gel Tirkiyê jî got: Tirkiye hevpeymaneka giringe û wan li gor rêkleftina Enqerê YPG ji Sinûrên Tirkiyê dûr xistîye.
Cêfrî diyar kir jî: Mafê Tirkiyê heye ku xwe li dijî hêrişên rejima Sûriyê biparêze û bersiv wê bide.
Got jî: Sedema xerabûna rewşa Sûriyê rijîm û Rusiyane, lê niha Rusiya, Tirkiye û Îsrayîl jî dixwezin, ne bi şer bi dîyalogê arêşe çareser bibin.
Herweha got: Pêwiste jibo rêgirtinê ji tiracîdiya mirovî ew harikariya Tirkiyê bikîn.
