• Tuesday, 10 February 2026
logo

Di encama bombebarana firokeyên Rûsyayê de 9 sivîl hatin kuştin

Gulan Media February 5, 2020 Nûçe
Di encama bombebarana firokeyên Rûsyayê de 9 sivîl hatin kuştin
Li rojavayê Helebê firokeyên Rûsya bi dijwarî navçeyê bombebaran dikin. Di encama bombebaranên firokeyan de malbatek di nav otombîlê de ji 9 kesan li ser rêya revê bi tevahî hat kuştin.

Li gorî ajansên xwecihî, hêzên artêşa Sûriyê karîbûn derbasî nav taxên Rojavayê bajarokê Seraqibê bibin, û li nav bajarokê navborî şer û pevçûnên giran derketin. Duh jî û di encama bombebarana balafirên Rûsyayê de , malbatek ji 9 kesan li Rojavayê Helebê hat kuştin.

Ji kumspiyan Hisên Bedewî dibêjî: “Êrîşek asmanî ji aliyê firokeyên Rûsyayê bo ser Cemhiya Rehal hat kirin, di encam de 9 kes şehîd bûn, 4 zarok, 3 jin û 2 zilam, herwiha 2 derbider birîndar bûn. Me ew veguhestin nexweşxaneyê. Ev malbat li Şamîko bû, ji ber bombebaranê ber bi Etarib ve derbider bûn, li ser rêya revê firokeyên Rûsyayê ew kirin armanc.”

Herwiha li gor Tîma Kumsipiyên Helebê, firokeyên Rûsya û hikûmetê bajarokên Zirbe, Mearr Ertîq, Daret Ezze, Şêx Elî, Qebtan, Sellûm û Eyn Care bi dijwarî bombebaran kirin, di encamê de 4 sivîlan canê xwe ji dest dan û 14 kesên din birîndar bûn. Hevdem li gor Kumsipiyan, bajarokê Sermîn ê li başûrê rojhilatê Idlibê, di encama bordûmana firokeyên hikûmetê de, malbatekê ji 8 kesan canê xwe ji dest dan, 4 zarok, 3 jin û zilamek.

Kesekî derbider bûye jî got: “Firoke hat, piştre me dengê ketina mûşekê bihîst. Hemû navçe vala bûye. Ev malbat ligel kelûpelên xwe reviya. Diyar bû pereyên kirê li ba wan nebû. Em hatin ku otombîl dişewite û terim li erdê ne, hêviya me Xwedê ye.”

Li gor çalakvanên xwecihî li herêmên Heleb û Idlibê, firokeyên Rûsya û hikûmetê bi awayekî dijwar û bêserûber bajarokên Qemînas, Mestûme, Neyreb, Seraqib, Afis, Binniş û Erîha bomberan dikin, di encam de bi dehan sivîl hatin kuştin û birîndar bûn, û pêlek derbiderbûnê li navçeyê çêbû.

Rudaw
Top