Konferansa ‘Çareseriya Mirovî ya Pirsgirêka Kurd’: Divê destûra Kemalîst bê guhertin
Komeleya Înîsiyatîfa Mafan û Partiya Doza Azad (HUDA PAR) li Amedê li ser Pirsgirêka Kurdan konferansek li dar xistin.
Konferansê di 2 rojan berdewam kir û encamnameya konferansê hat ragihandin.
Encamnameya Tirkî ya konferansê ji aliyê Endamê Desteya Birêvebir a Giştî ya HUDA PARê Mahmut Şahîn û ya Kurdî jî ji aliyê Endamê Desteya Birêvebir a Giştî ya HUDA PARê Ebdusemed Yalçin hat xwendin.
Di encamnameyê de hat gotin, "Pirsgirêka Kurd 100 sal in li benda çareseriyê ye. Eger çareser nebe dê bibe sedema windabûna nifşên paşerojê.
Êdî divê ne tenê gotara biratiyê, yasaya wê jî were bicihkirin.
Divê destûra darbeya ku encama hizra Kemalîst e û bûye çavkaniya Pirsgirêka Kurd, were guhertin û li ser bingeha welatîbûna wekhev destûreke nû were amadekirin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Kurdistan di navenda erdnîgariya umetê de ye û Kurd di sedsala ewil a Îslamê de bûn Misilman û bûn beşeke esasî ya umeta Îslamê.
Piştî Misilmanbûna xwe, Kurdan parastina deverên pîroz ên Îslamê li ser milê xwe girtine.
Hat gotin ku ji nav Kurdan gelek leheng, alim, mucahid û rêber derketine û di demên herî zehmet ên umetê de berpirsyariyên mezin hilgirtine û bedelên mezin dane.
Li gorî encamnameyê, “Sedsaliya yekem a Komara Tirkiyeyê bi travmayên civakî, komkujiyan, serhildanan, neheqî û bêhiqûqiyê derbas bû.
Ji her alî ve bi taybetî ji bo Kurdan û hemû mirovên ku li van axan dijîn, ev sedsalî windahiyeke mezin bû.
Ev windahî ne tenê ji bo Tirkiyeyê, her wiha ji bo tevahiya erdnîgariya Îslamê jî bû sedema bêîstiqrariyê.
Kurd li vê erdnîgariyê ne pêkhate ne, ji hezar salî zêdetir e ku bi birayên xwe yên Tirk re di derbasbûna hemû astengiyên zehmet de roleke xurt lîstine.”
“Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka ewlehiyê ye”
Di beşekî din ê daxuyaniyê de amaje bi Pirsgirêka Kurd hat kirin û wiha hat gotin:
“Pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka asayîş/tundî yan terorê ye; ew pirsgirêkeke pirralî ye ku aliyên wê yên dîrokî, siyasî, hiqûqî, civakî, aborî, herêmî û navneteweyî hene. Ji ber ku rêbazên rast nehatine bikaranîn, çareserî dereng dimîne û ji ber vê yekê pirsgirêk kûrtir dibe.
Xwestina tevlîkirina hêzên navneteweyî û bi taybetî jî nûnerên emperyalîzmê di pêvajoyê de, dê pirsgirêkê hîn zêdetir tevlihev bike.
Îro hêzên emperyalîst dixwazin bi rêya vê pirsgirêkê hemû welatên têkildar parçe parçe bikin û Siyonîzmê bikin hêza serdest a vê erdnîgariyê.”
Rudaw
