• Tuesday, 10 February 2026
logo

Pompeo: Ji Felestîniyan re baştirîn plan e!

Gulan Media February 1, 2020 Nûçe
Pompeo: Ji Felestîniyan re baştirîn plan e!
Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihand, ku plana Koşka Spî ya bo çareserkirina pirsgirêka navbera Felestîn û ‎Îsraîlê baştirîn plan e ku heta niha pêşkêşî Felestîniyan hatibe kirin û Îsraîl jî pê razî be.‎

Mike Pompeo got: “Rêkeftina sedsalê, baştirîn plan e ku heta niha pêşkêşî ‎Felestîniyan hatibe kirin û nexşeyeke gelekî bi hurgilî ye. Nexşeyeke ku Îsraîliyan îmze kiriye.”‎

Wezîrê Derve yê Amerîkayê diyar kir, ku razîbûna Felestîniyan bi vê plane wate pêşkêşkirina 50 milyar ‎dolar alîkarî bo wan û herwiha yek milyon derfetên kar bo xelkê navçeyê ye.

Daxuyaniya Pompeo derbarê “Rêkevtina Sedsalê” di demekê de ye ku ‎Felestînî gelekî bi dijwarî vê plana Amerîkayê red dikin.

Plana Aştî ji bo Refahiyetê ku wek Rêkevtina Sedsalê jî tê naskirin, roja 28ê Çile li Waşingtonê bi amadebûna Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatibû aşkerekirin.

Li gor plana 'Rêkevtina Sedsalê' ku Rêveberiya Trump amade kiriye, nexşeya dewleta Felestînê dê awayekê perçe perçe be û ji du beşên sereke yên Şirîta Xeze û Kerta Rojava pêk bihê. Herwiha Kerta Rojava bi awayekê yekgirtî nabe û derdora %30 ji axa wê derê dê bo Îsraîlê be û sînorê wê yê bejayî jî bi Urdinê re nabe, wate Kerta Rojava dê li nav axa welatê Îsraîlê dorpêçkirî be.

Her li gor heman plane, hin beşên Orşelîma Rojhilat dê paytexta dewleta Felestînê be û Kerte Rojava dê bi tunêlekê bi Şirîta Xezeyê ve bihê girêdan.

Felestînî bi tundî li dijî wê plane derketine. Serokê rêveberiya Felestînê Mehmûd Ebas wek bertek ragihandiye, ku Quds-Orşelîm bo firotinê nîne û dewleta Felestînê bêyî paytextiya Qudsê nabe.

Ebas got: “Destpêka planê birina Qudsê be, dawiya wê baş nabe. Jidestçûna Qudsê malwêranî ye û em dewleta Felestînê bêyî Qudsê naxwazin.”

Ebas da xuyakirin jî, ku ew dê mijarê bibin Dadgeha Navdewletî û tekez kir, eger Felestînî yekîtiya xwe biparêzin, ew dê wê plane têk bibin.

Rudaw
Top