Amerîka bi temamî li Sûriyê vedikêşe
Tevî daxuyaniyên vê dawiyê yên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, lê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê plan dike ku hemû hêzên Amerîkayê ji Sûriyê vekişîne.
Li gor raporteke “NBC News” du berpirsên Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê eşkere kirine ku Trump û berpirsên nêzîkî wî daxwaza vekişandina hemû hêzên Amerîkayê ji Sûriyê kirine, ji ber wê jî Pentagon plana vekişîna bi temamî di nava 30 heta 60 an jî 90 rojan de daye.
Pêncşema borî, di civîneke rojnamevaniyê de, peyamnêrekî derbarê wan raporan de ji Trump pirsî ku dibêje: Amerîkayê hikûmeta Îsraîlê agahdar kiriye li vekişîna hêzên wê li Sûriyê. Lê Trump bersiva wî daye: “Ez nizanim kê ew gotiye, lê emê di wê derbarê de biryarekî bidin, pirsgirêkên Sûriyê hene û ew qas pirsgirêkên wan hene ku pêwîstiya wan bi wê nîne ku em tevlî her tiştî bibin.”
Basnews
