• Tuesday, 10 February 2026
logo

Bi fermana Mesrûr Barzanî, razîbûn bo nûkirina alîkariya bi sedan mamostayên olî hat diyarkirin

Gulan Media February 6, 2025 Nûçe
Bi fermana Mesrûr Barzanî, razîbûn bo nûkirina alîkariya bi sedan mamostayên olî hat diyarkirin

Li ser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, razîbûn ji bo nûkirina alîkariya 1500 mamostayên olî ji bo sala 2025ê hat diyarkirin.

Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 05.02.2025) nivîsarek parve kir ku tê de hatiye, “Li ser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, razîbûn ji bo nûkirina alîkariya 1500 mamostayên olî yên xwebexş wekî îmam û gotarxwîn ji bo sala 2025ê hat diyarkirin.”

Her di wê nivîsarê de hatiye, ji ber wê xizmeta ew mamostayên olî yên xwebexş li mizgeftan pêşkêş dikin, ji bo dema saleke din her mehê 250 hezar dînar jê re tên xerckirin.

 

K24

Top