• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Îtalyayê helîkopter ket: 3 kes mirin

Gulan Media February 6, 2025 Nûçe
Li Îtalyayê helîkopter ket: 3 kes mirin

Li bakurê Îtalyayê li nêzîkî bajarê Parmayê helikopterek ket û 3 kesên tê de mirin.

Hat ragihandin ku qeza yan ji ber şaşiya ajokarê helîkopterê yan ji ber mija zêde yan jî ji ber xeletiya mekanîkî ya rotora dûvikê wê çêbûye.

Di encama qezayê de 2 pîlot û Lorenzo Rovagnati mirin.

Lorenzo Rovagnati serokê şirketa Rovagnatiyê ya Îtalyayê ye ku gelek cureyên goşt hildiberîne.

Rayedarên Saziya Hewavaniyê ya Sivîl a Îtalyayê derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê kir.

Dozgeriya Giştî ya Parmayê jî ferman da ku li ser qutiya reş a helîkopterê lêkolîn were kirin.

 

Rudaw

Top