ENKS daxwazê ji Ehmed Şera dike şert û mercên guncayî ji bo hilbijartinan peyda bike
ENKS daxwazê ji Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz dike ku, şert û mercên guncayî ji bo hilbijartinan peyda bike û azadiya dîtin û nerînan û diyarkirina rayan biparêze.
Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) di ragehandinekê de pîrozbahiya Ehmed Şera kir, bi helkeftina hilbijartina wî wekî Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz.
ENKSê di ragehandina xwe de daxwaz ji Ehmed Şera kiriye, “Di vê qonaxa giring de ku Sûriye tê re derbaz dibe, pêngavên giring û pêdivî ji bo bidawîanîna azar û nexweşiyên Sûriyeyê biavêje, herwesa ji bo çespandina seqamgiriyê û peydakirina şert û mercên guncayî ji bo birêveçûna hilbijartinan bi awayekî azad û dadperwerane û darêtina destûrekî ku mafên hemî Sûriyeyîyan gerentî bike.”
ENKS wesa dibîne ku, erkê Ehmed Şera ye azadiyên destpêkî biparêze, berî hemiyan jî azadiya dîtin û nerînan û diyarkirina rayan, herwesa nehêlana bermayîkên wêrankarî û stemkariyên Rijêma Esed û gerentîkirina vegeriyaneke bi silametî û serbilindî ya aware û penaberan û ji wan jî xelkê Efrîn û Til Ebyez û Serê Kaniyê.
Ji aliyekî din ve jî endamê Desteya Serokatiya ENKSê Feysel Yûsif, ku herwesa berdevkê wê hevpeymaniyê ye jî, di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand, “Divê pêngavên kiryarkî yên bilez ji bo nehêlana stemkarî û nedadperweriyê li beranberî Kurdên Sûriyeyê bên avêtin, berî hemiyan jî nehêlana siyaseta cudakariyê ku hebûna neteweya Kurd li Sûriyeyê kiriye armanc, wekî şûtika Erebî, derxistina Kurdan ji serhejmêriyê û vegerandina mafên Kurdan ji bo berî wê serhejmêriyê, wekî dana nasnameyê ji bo wan kesan ên ku bi zorî jê hatine standin.”
Feysel Yûsif pêdivî jî dibîne ku, destûrê nû itîrafê bi mafên Kurdan û hemî pêkhateyên din ên Sûriyeyê bike, herwesa zimanê Kurdî jî wekî zimanekî fermî mil bi milê zimanê Erebî li deverên Kurdî û wan deverên ku piraniya wan Kurd in bide nasandin.
Navbirî tekez jî kir, “Divê Sûriyeya nû li ser bingeha hevpariyeke niştîmanî ya rastîn be, bi liberçavwergirtina qurbanîdana wan aliyan ên ku li beranberî stemkarî û çewsandin û terorê ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk kar kiriye.”
Berdevkê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ron jî kir, “Aliyên siyasî yên Kurdên Rojavayê Kurdistanê bizavê dikin ku, nerîneke hevpar û şandeke hevgirtî ji bo danûstandinên bi desthilatdarên Şamê re, bi merema gengeşekirina nasname û formê nû yê Sûriyeyê, pêk bînin.”
K24
