Amerîka dest bi operasyonên xwe li Rojavayê Kurdistanê dike
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîka Kenneth McKenzie ragihand, bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re dest bi operasyonên li dijî DAIŞê kir û heftane 3, 4 operasyonan encam didin.
Kenneth McKenzie dibêje: Tevî di 3 mehên bûrî de û ji ber êrîşên li ser binkeyên me, me êrîşên xwe li dijî DAIŞê rawestandibûn, lê li bakurê Sûriyê bi HSDê re me dest bi operasyonan kiriye.
Ev di demekê de ye, Hevpeymaniya Navdewletî hîna operasyonên xwe li Iraqê rawestandine.
Girêdayî vê yekê, peyamnêrê K24ê da zanîn, hêzên Amerîkî bo cara yekem, duhî gereke çavdêriyê li bajarokê Til Birek yê li bakurê Hesekê kir.
Her di vê çarçovê de, hêzên Amerîkî di çend rojên bûrî de, binkeya xwe serbazî ya li Til Beyderê li başûrê rojavayê Qamişlo berirah dike û kelûpelên serbazî û lojistî û mûşekên Grad lê bicih dike.
