• Sunday, 01 February 2026
logo

Serokê herêmê peyamek bo raya giştî belav kir

Gulan Media February 3, 2025 Nûçe
Serokê herêmê peyamek bo raya giştî belav kir

Spasiya parlementoya federalî dike.

Derbarê pejrandina qanûna serrast kirî ya bûdceya federalî Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir û di peyama han de Serokê herêmê nivîsandiye; Pêşwaziya pejrandina qanûna serrast kirî ya bûdceyê dikin û spasiya parlemen û tevahiya wan kesan dikin ku, di amade kirin û pejrandina projeya han de beşdar bûne.

Serokê herêmê herwiha rêzdariya xwe li hember hewlên Serokwezîrê federalî diyar kiriye û ragihandiye ku, spasiya birêz Serokwezîr dikin ku, bi hestê nîştimanperwerî û bi awayeke dilsoz li gel me hevkar û alîkar bûye bo çareser kirina kêşeyên taybet bi bûce, mûçe û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê.

Serokê herêma Kurdistanê herwiha destxweşî li şanda danûstandinkar ya hikûmeta herêmê û aliyên têkildar yên federalî jî kiriye.

Nêçîrvan Barzanî diyar kiriye ku, ev pêngaveke rast û cîhê hêviyêye û encamên baş bo Kurdistanê Îraqê bi xwe re tîne lewre hêvî dikin bibe destpêkek bo çareser kirina kêşeyên din û çareseriya hertimî  ya mijara mûçe û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê.

Serokê herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de nivîsandiye berdewam dibin li ser hewldan bo çareser kirina kêşeyan bi diyalog û danûstandinê.

 

 

Rudaw

Top