• Tuesday, 10 February 2026
logo

Îro 38emîn salvegera doça dawî ya Îdrîs Barzanî ye

Gulan Media January 31, 2025 Nûçe
Îro 38emîn salvegera doça dawî ya Îdrîs Barzanî ye

Îro 38emîn salvegera koça dawî ya Îdrîs Barzanî ye, ku roleke wî ya bi bandor di tevgera tizgarîxwaziya telê Kurdistanê de hebûye.

Îdrîs Mistefa Barzanî di sala 1944 li Barzan ji dayîk bû, di temenê wî yê 3 saliyê de, li gel malbata xwe ji aliyê desthilata wê demê ya Iraqê ve ji bo başûr û naverasta Iraqê hatin dûrxistin û li wir jiyaneke dijwar dûr ji welatê xwe derbas kir, piştî wê di dema ciwantiya xwe de beşdariya şoreş û xebat û tekoşîna tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê kir.

Serok Barzanî di beşa çarem a pirtûka xwe de “Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaziya kurd/Şoreşa Gulan” de di derbarê Îdrîs Barzanî de waha nivîsiye: Birêz Îdrîs mirovekî gelek mezin bû, mezinbûna wî jî çavkaniya xwe ji têgehiştin wî digirt û bû sedem ku atmosfereke wî ya aram û nerim jî hebe.

Serok Barzanî dibêje: Îdrîs Barzanî mirovekî fedakar bû ku hizra tolhildanê nedikir, gelek caran kesê asayî wekî endamê malbata xwe dihesiband û hestên kêmasiya kesê hember ji holê radikir.

Îdrîs Barzanî, di 31.01.1987 ango 38 sal beriya niha, li bajarokê Silîvana ya ser bi parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê-Îranê koça dawî kir.

 

Rudaw

Top