• Thursday, 12 February 2026
logo

Hatina oldarên Îranî bo Hewlêrê berdewame

Gulan Media August 21, 2024 Nûçe
Hatina oldarên Îranî bo Hewlêrê berdewame

Heta niha 75 hezar oldar gehêştine Hewlêrê.

Waliyê Hewlêrê Omîd Xweşnaw ragihand ku, di çarçoveya asankariyên hikûmeta herêma Kurdistanê de bo hatina oldarên Îranî bo Hewlêrê û çûna wan bo Kerbelayê, heta niha 75 hezar oldarên Îranî bi rêya deriya sînorî ya Hac Omeranê gehêştine Hewlêrê û ji Hewlêrê jî vê bo Kerbelayê werin veguhastin.

Îşev waliyê Hewlêrê Omîd Xweşnaw û Konsulusê Îranê Nesrula Reşnûdî serdana pêşengeha navnetewî ya Hewlêrê kirin ku, têde oldarên Îranî dimînin û ji nêz ve ji rewşa wan pirsî.

Ev oldarên Îranî ku, bi rêya Hac Omeranê digehêjin Hewlêrê li pêşengeha navnetewî ya Hewlêrê bêhna xwe didin û pişt re jî ber bi Kerbelayê ve birê dikevin.

Top