• Thursday, 12 February 2026
logo

Rûsye du navendên çekdaran bordiman kir

Gulan Media August 20, 2024 Nûçe
Rûsye du navendên çekdaran bordiman kir

Ev navend dikevin 55km Rojavayê Dêra Zorê.

Li gor nûçeyeke Rûsye Elyûm, navenda aştiyê ya Rûsî li Sûriyeyê ragihandiye ku, îro danê sibê balefirên cengî yên Rûsî du navendên çekdaran li çola Şamê ya li Bakûrê Rojhilatê Sûriyeyê bordiman kirine.

Li gor çavkaniyê, balefirên Rûsî bi dijwarî du navendên komên çekdar li 55km Rojavayê Dêra Zorê bordiman kirine û di encama bordimana han de gelek çekdar hatine kuştin.

Top