• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Bangledeşê li Iraqê kir

Gulan Media August 19, 2024 Nûçe
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Bangledeşê li Iraqê kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Bangledeşê li Iraqê kir û gotûbêj derbarê çend mijaran de hate kirin.

Îro 19.08.2024ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya dawî hatina erkê wî pêşwazî li Balyozê Bangladeşê li Iraqê Mihemed Fezlulbarî kir, ku serdana Serokê Hikûmetê kir.

Di civînê de gotûbêj derbarê pêşxistina peywendiyên dualî û bi taybet derbarê aborî û danûstanên bazirganî de hate kirin.

Serokê Hikûmetê Herêma Kurdistanê spasiya Balyozê Bangledeşê kir, ji ber di dema borî de kar ji bo bihêzkirina peywendiyên navbera herdu aliyan kiriye û hêviya serkeftinê di erkê wî yê dema pêş de xwest.

Balyozê Bangledeşê pêzanînên xwe ji bo alîkarî û hemahengiya baş a aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel balyozxaneya welatê xwe nîşan da.  

 

 

Top