• Thursday, 12 February 2026
logo

Li paytexta Îsraîlê teqînek pêk hat

Gulan Media August 19, 2024 Nûçe
Li paytexta Îsraîlê teqînek pêk hat

 Roja 18.08.2024, desteya weşanê ya Îsraîlê ragehand ku li paytexta wî welatî Tel Evîvê, bombeyeke çandî teqiya û kesekî jiyana xwe ji dest da.

Herwaha hatiye ragehandin ku ew bûyer demjimê 08ê şevê pêk hatiye û ew kesên ku jiyana xwe ji dest da ye, nasnameya wî nehatiye aşkera kirin û kesekî din jî birîndar bû ye.

Rojnameya Mearif aşkera kiriye, ku ew kesê jiyana xwe ji dest da ye, ew kesê ku bombe daniye ye.

Herwaha  kanala 12 ya Îsraîlê ragehandiye ku beriya teqînê kesekî gumanbar ku çanteyek di destê wî de bû ye û cil û bergên dirêj li ber bû ye, ku di kameraya de jî diyar bû ye.

Polîsê Îsraîlê jî ragehandiye ji bo ku bê zanîn ku ew bûyer çi bû ye, lêkolîn berdewamin

Top