• Thursday, 12 February 2026
logo

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Mesrûr Barzanî di wê baweriyê de ye ku projeyek mezin û stratejî, avakirina jêrxaneke bihêz bo Kurdistanê ye

Gulan Media August 19, 2024 Nûçe
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Mesrûr Barzanî di wê baweriyê de ye ku projeyek mezin û stratejî, avakirina jêrxaneke bihêz bo Kurdistanê ye

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistan Pêşewa Hewramanî, îro 18.08.2024 ji malpera fermi ya Partiya Demokrat a Kurdistanê re ragehand: “Herêma Kurdistanê di vê kabîneya nû de îspat kir, ku kabîneya hemû gelê Kurdistanê ye û xizmetkarê hemû xelkê Kurdistane, bêy dudahî li piraniya navçe û bajarê kurdistanê, projeyên mezin û stratejîk hatiye ancaman, bê ku ti dudiliyek  hebe, Ev hemû propaganda hatin derewandin, ku digotin ev kabîne cudahiyê di nava bajaran de dike, bi derfet û hêzeke madî ya gelek kêm tevî hemû zextan, me dît ku li Ranyayê û li Helebce û Silêmanû û Germiyan û Behdînan û Hewlêr û hemû bajar û bajarok, cihê destê vê kabîneyê diyare û li piraniya waran de kariye xizmeteke mezin û pirojeyeke mezin encam bide, ku dê di demeke dûr û dirêj de encama wê derkeve. Ev kabîne cuda ye, ji ber ku nêrîna serokwezîr ew e ku baweriya wî bi pirojeyên mezin û stratejîk heye, ew jî avakirina jêrxaneyeke bihêz ji bo Kurdistanê.”

Hewramanî herwaha got, “Projeyên hikûmetê pînekirî nebû, wek mînak li parêzgeha Helevce daxwazên dîrokî yên vê parêzgehê hebû, ew jî pira Tiweqût bû, ku ji aliyê Serokwezîr ve gevirê wê ya bingehîn hat dayîn û Serokwezîr 2 car serdana Helebce kiriye û pirojeya Sayloya Helebce vekiriye û gelek  dazwazên rêveberiyê li parêzgehê hebûn, hatin cîbicî kirin. Şehidiya herî baş jî şahidiya parêzgarê Helebce ye ku gotibû me 9 daxwaz pêşkêşî serokwezîr kir, wî hemû bi cih anîn û eger me 20 daxwaz kiriba, dê hemû bihatana cîbicîkirin.”

Herwaha aşkera kir: “Xelkê Kifriyê rijiyabûn kolanan û daxwaza komek xizmetguzeriyan dikirin, bi fermana serokwezîr tîmek pêkhat û hemû daxwazên wan cîbicî kirin, Serdana parêzgeha Silêmaniyê kir û li wir daxwaza berfirehkirina çend rêveberên îdarî kiriye, me dît ku piştî 10 rojan parêzgarê Silêmaniyê hate ser ekrana TVê û got, tiştên ku me daxwaz kiribûn hemû hatin cîbicî kirin, rûbirûbûna serokwezîr bi gel re bandorek mezin kiriye û gel êdî fêm kiriye ku serokwezîriya gel tê çi wateyê.”

Pêşewa Hewramanî got, “Di serdema vê kabîneyê de guhertinên gelek mezin hatine jiyan kirin û bandora wê a li ser tevahiya Kurdistanê gelek diyare û vê kabîneyê jî karî bo cara yekem siyaseta avê ava bike ku bi awayekî dicdî di vî warî de kar kiriye û bîr ji vê kiriye ku di pêşerojê de eger guhertina avheway3e li ser zeviyan ava bû, ev bandore li ser Kurdistanê kêmtir be û ev yek bi çêkirina hewz û bendavan ku gelek xeterî ji holê rakir, di mijara xurek de piraniya bajarên Kurdistanê astengiyên wan yê sayloyan nemaye û kar li ser berhemên cotkaran hatiye kirin, Serokwezîr tekez li ser wê yekê kir ku ew amade ne alîkariya berhemên çandiniyê yên Kurdistanê bikin ku biçin derve, ku di gelek waran de berhemên navxweyî yên Kurdistanê ji me zêdetir e û em dikarin hinarde bikin, wek herin Tiştên spî, hêk, kartol û hin xwarin Çandinî.”

Hewramanî herwaha got, “Di warê veberhênanê de rêjeya sermayeguzariyê di vê kabînê de gelek zêde bûye û pîşesazî jî yek ji armancên vê kabînê ye, ku baldariya zêdetir li ser kargeh û veberhênana di ware çandinî û pîşesazî de bû ye û baldariya vê kabîneyê tenê li ser veberhênana xaniyan nebû ye, li tevahiyan herêman veberhênan kiriye, bê guman em karane ku hatine kirin xelik şahidiyê bo dike û me dît ku cihê destê Serokwezîr diyare û ti probagandayek nikare li ber çavê xelkê winda bike. Tevî hemû zext û bê pere bûn û zextên li ser vê kabîneyê, ez bawer nakim ku ti hêzek li ber xwe bide, lê li ber xwe da û bi hêz ma û bi van zextan kariye xizmeta gelê Kurdistanê bike, ya girîng jî ewe ku piraniya xalên bernameya kabîneya nehem hatine cîbidî kirin û serokwezîr bi emanetiyê ve di dema kabîneya hikûmetê de kari wan sozên ku dabû xelkê, cîbicî bike.”

 

Basnews

Top