• Thursday, 12 February 2026
logo

Hikûmeta Iraqê spasiya welatên ku jenosîda Êzidiyan nas kirine dike

Gulan Media August 18, 2024 Nûçe
Hikûmeta Iraqê spasiya welatên ku jenosîda Êzidiyan nas kirine dike

Wezîrê Derve yê Iraqê ragihand, hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya komîteyeke lêkolînê, hewl dane Êzîdiyên winda bibînin.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên îro 18ê Tebaxê di Konferanseka Tawanên DAIŞê li dijî Êzidiyan de got: “Iraqî ji ber teror û şer koçber bûne. Hikûmeta Iraqê jî kar ji bo qerebûkirina wan kesên ku bûne qurbaniyên DAIŞê, dike.”

Fuad Husên got: "Wezareta Derve kar kiriye ku civaka navdewletî têbigihe van tawanan û em hewl didin di konferansê de gotûbêjan bikin, ka Iraq dikare çi bike ji bo parastina mirovatiyê û kêmkirina azarên gelê Iraqê.”

Herwiha got jî: “Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya komîteyeke lêkolînê hewla dîtina Êzidîyên winda dane, da ku vegerin nav malbatên xwe û bên qerebûkirin.”

Fuad Husên got: “Em spasiya hemû hêzên ewlehiyê dikin ku di rizgarkirina bajar û gundan de, bi taybet Şingalê ku nîşana biratî û pêkvejiyanê ye, qurbanî dane.”

Wezîrê Derve ya Iraqê got jî: “Em spasiya hikûmet û parlamentoyên ku tiştê li Şingalê hatiye serê Êzidiyan, wek jenosîd nas kirine, dikin. Em jî soz didin ku ji bo qurbaniyan û malbatên wan, çi ji destê me bê em ê bikin.”

Huseyîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em piştgiriya xwe ji bo Êzidiyan dubare dikin û em careke din tekez dikin ku Wezareta Derve dê bi berdewamî ronahiyê bixe ser jenosîda Êzidiyan û em soz didin ku em ê her tiştî ji bo pêkanîna dadperweriyê û qerebûkirina malbatên qurbaniyên destê DAIŞê bikin.”

 

Basnews

Top