Çekdarekî hêza komando ya YNKê hevalekî xwe yê çekdarê komando kuşt
Polîsê Raperînê kuştina karmendekî hêza komando ya YNKê bi destê çekdareke heman hêzê ku hevalê yekbûn ragehand.
Rêveberiya polîsê Raperîn di daxuyaniyekî de aşkera kir, şeva borî demjimêr 22:00yê termê kesekî ji nexwaşxaneya giştî ya Ranye re hatiye birin, ku navê wî Zêdan Ezîz Ebdul e û dayîkbûyê sala 1998ê ye û Pêşmergeyê hêza komando ya YNKê bûye. Hat ragehandin ew kese bi fîşek hatiye kuştin.
Li gor heman daxuyaniya polîsê Raperîn: ‘’Ew kesên ku termê wî çekdarê hêza komando ya YNKê anîne nexwaşxaneyê ragehandine ku ew kes ji aliyê kesekî bi navê M.S.N ku ew bixwe jî Pêşmergeyê komando ye û di dema paqijkirina çek de gule ji dest derketiye û jiyana xwe ji dest daye.
Herwaha hat ragehandin, derbarê bûyerê de lêkolîn destpê kiriye û dadwer biryara wergirtina îfade û gotinên şahidên bûyerê wergire û piştre fermana girtinê ji bo tometbar li gor madeya 411ê ya yasaya cezayê Iraqê hatiye derxistin û lêkolîna li ser bûyerê jî berdewame.
Herçend hîn bi temamî zelal nebûye gelo ew çekdarê komando bi xeletî hatiye kuştin, an jî li gel çekdarê din pirsgirêk di navbera wan de derketiye û piştre hatiye kuştin jî, lê bi vê bûyerê re ev bû sêyem kes ku li sînorê parêzgeha Silêmaniyê bi destê çekdarên hêzên komando ya YNKê kes tên kuştin.
Basnews
