Nêçîrvan Barzanî: PDK bi hêvî ji bo pêşerojeke geştir kar dike
Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 78emîn salvegera avabûna PDKê peyammek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got, “Şerefeke mezine ku PDK di roja avabûna xwe de pêşengê tevgera kurdîtiyê ye ji bo gehiştina bi azadî û serfiraziya Kurdistan û wê heta serkeftineke yekcarî bi bawerî ve berdewam dibe.”
Herwaha dibêje: “PDK herdem şanaziyê bi dîroka tekoşîn û qehremanî û destkeftên xwe dike û bi baweriya gelê Kurdistan, bi hêvî û bawerî ji bo pêşerojeke geştir kar dike.”
Naveroka peyama Serokê Herêma Kurdistanê
Di bîranîna 78 saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê de, em serê rêz û ihtîramê ji bo canê pakij ê şehîdên Kurdistanê diçemînin û silavan ji bo malbatên wan ên serbilind dişînin. Em bi rêzdarî rêberê gelê Kurdistanê û damezrînerê PDKê Barzaniyê Nemir û tevaya hevalên wî û hemî wan qehreman û şoreşgeran bibîr tînin, ên ku li ser karwanê xebata PDKê û bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê tê koşîn û qurbanî da.
Ez bi germî pîrozbahiya cenabê Serok Mesûd Barzanî û serkidetî û tevaya organan û endam û alîgiran û cemawerê PDKê û Pêşmergeyên qehreman û gelê Kurdistanê bi giştî dikim. Di karwanê berdewam ê xebat û têkoşînê de, ez daxwaza serkeftinê ji bo partiya me û hemî dilsozên Kurdistanê dikim.
Di vê bîranîna pîroz de, em tekezê li ser biha û bingehên neguher û wan armancên neteweyî û niştîmanî yên bilind dikin ên ku PDK pêxemetî wan hat damezrandin û rêberiya bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê kir. Cihê şanaziyeke mezin e ku ji roja damezrandina xwe ve, PDK pêşenga bizava Kurdîniyê ye ji bo azadî û serfiraziya Kurdistanê û heta serkeftina yekcarî bi bawerî ve berdewam dibe.
Em di demekê de bîranîna 16ê Tebaxê dikin ku Herêma Kurdistanê û Îraq û dever li beranberî pêşhat û qebxwaziyên mezin de ne. Çawa ku PDKê di xebat û şoreş û destkeftiyên gelê Kurdistanê de rol û erk û berpirsyarîtiya serekî heye, niha û herdem pêşenga mukomkirina tebayî û yekrêzî û bihevrebûn û parastina pêkvejiyanê û hevpejirandinê û lêborînê û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê ye û bi hemî şiyanên xwe ve pêxemetî wê yekê pêşeng û berdewam dibe.
PDK herdem şanaziyê bi dîroka têkoşîn û qurbanî û destkeftiyên xwe dike û bi baweriya gelê Kurdistanê, bi hêvî û umêd ve ji bo paşerojeke geştir kar dike, lewma divê xwe bi pêşkeftinên serdem re di hemî waran de nû bike û berdewamiyê bide ezmûna desthilatdariyê û bihêzkirina dazgehan û canê niştîmanî û rijdbûna li ser têkoşînê heta azadî û serfirazî û hemî mafên gelê Kurdistanê misoger dike.
Silav û rêz ji bo canê pakij ê şehîdan
Bîranîna 16ê Tebaxê pîroz be
Nêçîrvan Barzanî
16.08.2024
