Rêveberekî Erebên Sune: Tiştên me bi rêkeftina li gel YNKê bidest xistin, ji sala 2003ê heta ereban bidest neanîbûn
Rêveberekî Erebên Sune li Kerkûkê ku ser bi Partiya Teqedume zanyariyên nû derbarê rêkeftina wan a li gel YNKê de aşkera kir di wê rêkeftinê de tiştên bidest xistine, ereban ji sala 2003yê ve heta naha li Kerkûkê bidest nexistibûn.
Piştî pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê di navbera YNK û take nûnerê milîsên Babilyon û 3 endamên ereb ên encûmena parêzgeha Kerkûkê ku beşek ji wan ser bi Partiya Teqedum a Mihemed Helbûsî bûn û ereb û tirkmenên Kerkûkê bi tundî dijî wê pêngavê helwêstê nîşan didin û wê rêkeftinê wek karekî neyasayî pênase dikin û xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî wê rêkeftinê pêktînin.
Li hember wê hejmarek pêgehên torên civakî yên ser bi Erebên Kerkûkê du şiroveyên Rêveberê Erebên Sune û Wezîrê Plandanan a Iraqê Dr. Mihemed Temîm belav kirin ku amaje bi wê yekê dike ku: ‘’Hêvîdarim li Kerkûkê baweriya we bi min hebe, rêkeftin pir bi însaf hatiye kirin. Lê ewên ku nerazîbûnê nîşan didin, li bendê bûn ma çarêkekî wan destkeftan jî bidest bînin ku naha me bidest xistin. Hewldan pêşbirkekî bê nirx û erzan de rêkeftinê bikin, ew tiştên ku me pêşkeş jî kirin red kirin, ji ber ku baweriya wan pê nebû.’’
Di şiroveyekî din jî de dibêje: ‘’Ereban ji sala 2003yê heta naha ew destkeftên ku me naha bidest anîne bidest nexistibûn. Hemû peywir ji bo erebên Kerkûkê ne, peywira parêzgarê Kerkûkê jî tenê ji bo salek û 4 mehan ji bo YNKê ye.’’
Ev gotinên Dr. Mihemed Temîm hemû ew nêrîn îspat kirin ku dibêjin YNKê li hember bidestxistina peywira parêzgarê Kerkûkê û ji bo bangeşeya helbijartinê dest ji hemû mafên kurdan ên li Kerkûkê berda ye.
Basnews
