• Thursday, 12 February 2026
logo

Hoşyar Zêbarî: Civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê neyasayî ye û serkeftî nabe

Gulan Media August 13, 2024 Nûçe
Hoşyar Zêbarî: Civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê neyasayî ye û serkeftî nabe

Endamê polîtburoya PDKê aşkera kir, tişta ku li Hotêl Reşîd a Bexdayê pêkhat û civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê lê hate kirin neyasayî ye û serkeftî nabe.

Endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî ragehand, ew civîna vê dawiyê bi navê civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê li Hotêl Reşîd a bajarê Bexdayê pêkhat û du ji endamên pêkhateya erebên sune ji Hevpeymaniya Siyade û Teqedum çûn nav hevpeymaniya YNKê û Babilyon karekî neyasayî ye û serkeftî nabe, ji ber ku ‘’Kerkûk Iraqekî biçûk e, bi fermanê tenê nayê kirin û nayê îdare kirin, tenê bi rêya lihevkirinê û hevsengî û hevbeşiya pêkhateyên serekî nebe û elbet Tirkmen jî di nav de nayê birêve birin.’’

Herwaha diyar kir tişta di civînê de hatiye kirin û ew du endamên çûne nav hevpeymaniya YNKê û Babilyon; ‘’Ji bo miqdarekî dolarê pîs bûye, li ser hesaba berjewendiya Kerkûkiyan û seqamgirî û geşepêdana wê parêzgeha li ser dilê me hemûyan ezîze hatiye kirin.’’

 

Basnews

Top