• Thursday, 12 February 2026
logo

Erdhejeke tund bakûrê Sûriyeyê hejand

Gulan Media August 13, 2024 Nûçe
Erdhejeke tund bakûrê Sûriyeyê hejand

Di kûrahiya 10km de bin erdê de bûye.

Li gor nûçeyeke rojnameya Şeq Elewset şeva derbasbûyî erdhejek bi tundiya 5.4 pile li ser pîwana rîşter Bakûrê Sûriyeyê hejandiye.

Çavkaniyê diyar kiriye ku, navenda erdhejê li Hemayê bûye û erdhej li 10km kûrahiya erdê de çê bûye û li welatên derdor bi taybetî li Tirkiye, Libnan û Urdinê jî xelk bi vê erdhejê hesiyane.

Heta niha derbarê zirarên erdhejê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

 

Basnews

Top