Eniya Tirkmen li ser awayê pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê doz vekir
Eniya Tirkmenî û pêkhateya Erebî li Dadgeha Federal li dijî rûniştina hotela Reşîd a Bexdayê doz vekir û dibêjin, “Doz vekirina me li ser bingeha qanûnê û Destûrî ye û em li wê bawerin ku em dê bi ser bikevin.” Tekez jî dikin ku, itîrafê bi wê hikûmeta xwecihî nakin.
Civîna hotela Reşîd a Bexdayê pêkhateyên Kerkûkê li ser çend eniyan parve kirine, Eniya Tirkmenî nerazîbûn nîşanda û ji bilî livandina kûçe û cadeyan berê xwe da bo dadgehê jî û doz vekiriye.
Rêveberê Eniya Tirkmenî Turkiş Izedîn ji K24ê re ragehand, “Me wekî lîsta Eniya Tirkmenî yê hevgirtî doz li dijî wê rûniştinê vekir, ku li hotela Reşîd a Bexdayê hat kirin. Di wê dozê de jî, me pişta xwe bi qanûnê û Destûrê girêdaye.”
Heşt meh piştî li bendê mana xelkî bi krîzê dest pê kir, hikûmetek ku hêşta dest bi karê xwe nekiriye, gefa hilweşandinê li ser heye.
PDK û pêkhateya Tirkmenan û nîva Ereban hikûmeteke bi vî awayê çê bûyî red dikin û wekî kudeta bi nav dikin.
Pêştir alî û pêkhateyan li ser wê yekê li hev kiribû ku pêdivî ye yekdengî li ser pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê hebe û çi alî neyên piştguhxistin, lê li dû gotina aliyên nerazî civîna hotela Reşîdê sazan têk da û her sê pêkhatên Kerkûkê parve kirin û qeyran jî mezintir kirin.
Basnews
