Sê keçên din yê Êzidî li kempa Holê hatin rizgar kirin
Sê keçikên Êzidî li kampa Holê tên azadkirin, herwesa lêgeriyana keç û jinên din ên Êzidî jî ku hêşta li bin destê DAIŞê ne berdewam e.
Li gor agahiyên K24ê Mahir Şingalî, îro 12.08.2024, sê keçên din ên Êzidî, ku li bin destê DAIŞê bûn, li kempa Holê li Sûriyê hatin rizgarkirin û vegeriyan nav kesûkarên xwe.
Birêveberê Rizgarkirina Êzidiyên Revandî Hisên Qayîdî di vî warî de ji K24ê re got, “Heta niha sê hezar û 581 keç û jinên Êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û heta niha du hezar û 592 keç û jinên din jî di destê DAIŞê mane.
Hisên Qayîdî herwesa amaje da rolê bizavên tevaya dezgehên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rizgarkirina keç û jinên Êzidî ji bin destê DAIŞê.
Berpirsê Liqa 17ê ya PDKê Nazim Herkî jî ji aliyê xwe ve taybet ji K24ê re ragehand ku, bi vegerandina keç û jinên êzidî ji bin destê DAIŞê dilxweş in, herwesa bizavên wan ji bo rizgarkirina tevaya wan keç û jinan jî dê berdewam bin ên ku hêşta nehatine rizgarkirin.
Nazim Herkî herwesa spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku dê li ser bizavên xwe ji bo rizgarkirina Êzidiyên revandî yên bin destê DAIŞê berdewam bin.
Basnews
