• Thursday, 12 February 2026
logo

Blinken ji bo Sûdanî: Selametiya leşkerên me di stûyê we de ye

Gulan Media August 13, 2024 Nûçe
Blinken ji bo Sûdanî: Selametiya leşkerên me di stûyê we de ye

Wezîrê Derve yê Amerîkayê daxwazê ji Serokwezîrê Iraqê dike ku bingehên wan ên leşkerî ji êrîşên komên milîsên nêzîkî Îranê biparêzin.

Wezareta Derve ya Amerîkayî parve kiriye, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi tilefonê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re axiftiye.

Tevî axiftina li ser rewşa deverê, Blinken tekez li ser erk û berpirsyarîtiyên Hikûmeta Iraqê ji bo parastina bingehên Amerîkayê ji êrîşên komên milîsên ser bi Îranê kiriye.

Herwaha her du aliyan tekez li ser pabendiya berdewam a şêwirmendiya navbera Amerîkayê û Iraqê ji bo pêşxistina peywendiyên her du welatan kir û behsa seqamgiriya Rojhilata Navîn û bizavên diplomasî ji bo rêgirtina li berfirehbûna şerî li deverê kir.

Ev peywendiya tilefonî di demekê de ku, zêdetir hêza Amerîkayî bi çekê pêşkeftî ji bo Rojhilata Navîn hatiye şandin û gefên Eniya Berxwedanê li Iraqê jî berdewam in, ku duhî di dawî ragehandina xwe de gefên êrîşkirina ser hêzên Amerîkayê kirine û ragehandiye ku, “pabendî çi qeyd û bendan nabin, eger hêzên Amerîkayî careke din destê xwe ji bo kom û çekdarên wê dirêj bike”.

Eniya Berxwedanê li Iraqê herwaha ragehandiye, “Eger Amerîka asmanê Iraqê ji bo weşandina gurzên leşkerî li dijî Îranê bi kar bîne, komên Miqawemeyê destberdayî nabin û êrîşên wan li ser hêzên Amerîkayî bidawî nayên.”

Herwaha malpera Axiosê ya nûçeyan a Amerîkayî jî parve kiriye, biryar e îro, 13.08.2024 Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji bo pirsa rawestandina şerê Xezzeyê û tenakirina rewşa têkçûyî ya deverê careke din vebigere Rojhilata Navîn û serdana Qeter, Misir û Israîlê bike.

 

Basnews

Top