Mesrûr Barzanî serxweşî li Ebdula Elyaweyî dike
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya dayîka Ebdula Elyaweyî peyameke serxweşiyê belav kir.
Îro 13.08.2024ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya serxweşiyê de got: ‘’Birêz Dr. Ebdula Elyaweyî ji ber koça dawî ya dayîka we ya birêz, serxweşiyê li we dikim û şirîkê xema we me.’’
Serokê Hikûmetê diyar kir: ‘’Ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê xwedê jê razî bi beheşta xwe şad bike û sebr û aramiyê bide malbata we ya birêz.’’
