• Thursday, 12 February 2026
logo

Sunne dê di rojên pêş de civîneke giring pêk bînin

Gulan Media August 11, 2024 Nûçe
Sunne dê di rojên pêş de civîneke giring pêk bînin

Di rojên bê de sunne dê civîneke giring li dar bixin û biryarê li ser kandîdekî hevbeş bo posta serokê parlamentoyê bidin û parlamenterek jî dibêje, îhtimal heye Salim Îsawî bibe berbijêrê hevbeş.

Îro 0 10.08.2024, parlamenterê Iraqê  Mihemed Xalîd, di derbarê yekalîkirina posta Serokê Palrlamentoyê de ji çepemeniyên Iraqê re ragehandiye, ku di çend rojên bê de civîneke girîng di navbera Sunneyan de bê kirin û dê bê yekalîkirn.

Herwaha ronî kiriye, îhtimaleke mezine ku Salim Îsawî bibe berbijêrê hevbeş yê Sunneyan û bextê wê ji berbijêrên din zêdetire.

Herwaha ragehandiye, çarçoveya hemahengiya Şîe, piştevaniya berbijêrê hevbeş yê Sunneyan dike.

Di derbarê cîvînên giring de ewe aniye ziman, ku roja yekşem û duşemê, dê civîn bên kirin û ew pirsgirêk dê bê dawî kirin.

 

Top