• Thursday, 12 February 2026
logo

Dr. Saman Şalî: Xebata PKK li Iraq û Kurdistanê bi dawî bûye

Gulan Media August 11, 2024 Nûçe
Dr. Saman Şalî: Xebata PKK li Iraq û Kurdistanê bi dawî bûye

Siyasetmedarekî kurd û pisporê pêywendiyên navneteweyî, agahiyên giring li ser biryara daxistina sê hizbên ser bi PKKê aşkera dike û dibêje: “Karê PKKê wek hizb li Iraqê bi dawî hatiye.”

Hefteya borî, Encûmena Dadwerî ya Iraqê biryara hilweşandina 3 hizbên ser bi PKKê derxist, ku yek ji wan Tevgera Azadiye û çalekiyên xwe li Silêmaniyê dike.

Di vê derbarê de siyasetmedar Dr. Saman Şalî, ji BasNewsê re got, “Biryara dadgeha Federal û Encûmena Bilin a Dadweriya Iraqê ya di derbarê 3 hizbên ser bi PKKê li Iraqê gişîgire û divê bê cîbicî kirin, PKK li Iraqê rêxistineke qedexekiriye, ji ber wê di ware siyasî de û leşkerî de nikare çalakiyan bike, di wê çarçoveyê de jî divê ew sê partiyane bi fermi baregeh ango navendên wan werin girtin û nikarin li dijî wê biryarê rawestin, berovajî eger her navendekî wan hizban li her parêzgehekî neyê girtin, ew parêzgehên ku tê de destbilindin, di wê mijarê de berpirsiyarin, ji ber wê jî divê ew biryar bê cîbicî kirin.”

Herwaha ronî jî kiriye, “ Di wê roja ku ew biryar hatiye derxistin, her endamekî wan hizban bên girtin, wê li gel wan lêpirsîn bê kirin, eger berdewam bin li ser kar kirinê, ji ber wê divê şêwazê xwe û siyaseta xwe biguherin û siyaseteke din bimeşînin, ziyanê nedin Kurdistan û Iraqê jî, ji ber ku ji ber tevgera PKKê başûrê Kurdistanê ziyaneke mezin dîdiye û vaye roj bi roj Tirk tine nav axa Kurdistanê  û divê ev şere li Kurdistanê bê dûrxistin.”

 

Basnews

Top