Berpirsekî berê yê Xaneqînê: Dema Pêşmerge Mexmûr azad kir, YNK li Gulale reviya bû
Serokê berê yê encûmena qeza Xaneqînê aşkera kir, wê dema ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistnaê û asayîşa Hewlêrê bajarê Mexmûr a başûrê rojavayê parêzgeha Hewlêrê azad kirin, YNK li Gulale (Celewla) reviya bû û berî birêve jî bankaya Gulale talan kiribû.
Ev 10 sale her sal rojên 10 û 11ê Tebaxê de YNK bi derewan dixwaze xelkê bixapîne û radigehîne ku Mexmûr azad kiriye. Wekî belge jî 5-6 otomobîlên hêzên Dijeteror a YNKê (Dijeteror a YNKê hêzeke tewankare û destê wê di hin kiryarên terorî de heye) li pêş sayloya Mexmûrê di rewşeke aram de bi ala kesk ve govendê dikin û bê ku ti metirsiyek mabe geheştine wê derê û govendê dikin û ev jî qaşo belgeye ku DAIŞ ji Mexmûrê derxistine.
Lê ji aliyê din ve dema Mexmûr ji aliyê hêzeke mezin a Pêşmergeyên Kurdistanê ve hat azadkirin, li gor planeke bihêz ew operasyon hate kirin û ew hêzên pratîkê di şer de beşdarbûn diyar in û ti alayek bilind nekirin, ji ber ku ew hêza berevaniya li Kurdistanê bûn, ne ku ya partiyekî.
Vê derbarê de Serokê berê yê Encûmena qeza Xaneqinê Rafet Murad Axa ji BasNewsê re raeghand: ‘’YNK berdewam ji bo veşartina şikestên xwe senaryoyên zarokane çêdike, ji bo wê jî rewşa wê waha lê hatiye. Ji bo zanyarî YNK, ne tenê li Mexmûrê ku naha kirine dîlan û govend ji bo xwe û qaşo wan azad kiriye, li Gulale wekî dirêjayiya desthilata Silêamaniyê tê zanîn, YNKê wê demê dest bi dizî û talana banka Gulale kir. Ew roja pareyê bankayê birin belgeyên wê li gel xelkê heye ku dî destî wî têde hebû di tala banka gulale de û çawa pare bi wesayîta Mîgzemînî birin. Heta naha pirsgirêk her di nav YNKê de heye bi taybet jî hin ji fermandarên leşkerî dibêjin çima ew pareyê di bankayê hat birin, lê beşa hindek ji wan nehatiye dayîn.’’
Herwaha got: ‘’YNKê bixwe Gulale ji bo DAIŞê hêla û reviya bû, berî revê jî talaneke zêde li Celewla (Gulale) kir, ji bo zanyarî ez dibêjim, berê YNKê li gel hin hêzên Iraqê rêkeftin kiribû, jibo teslîmkirina wan navçeyan û xwestin hêz bê bo ser Gulale û Seidiye û me wek xelkê sivîl û partiyên din jî ew yek wek xiyanet me pênase kir. YNK her ew YNK ye ku malbenda xwe jî vala kirin. YNKê li wan navçeyan hemûyan şikest bidest anî.’’
Rafet Murad Axa got: ‘’Belgeyên me hene ku pareyekî zêde hebû li banka Gulale, hemû birin û pare nav xwe de dabeş kirin. Bi taybet wê demê me gelekan ji berpirsê eniyê re got, ku ew jî rêveberî YNKê bû, me jê re got, ka ew pare û we bo kuderê bir?, lê ti bersiv nedida.’’
Dawiyê de jî got: ‘’Eger hin zîrek bûn, qaşo Mexmûr bi 5-6 otomobîlan azad kirin, çima ji tirsa DAIŞê ji Gulale reviyan?’’
Basnews
