Ajanseke Îranî lîsteya ew cîhên li Îsraîlê bibin armanca êrîşê belav kirin
– Ajanseke Îranî lîsteya wan cîha belav kir ku ji aliyê Îran û Eniya Berxwedanî ve li Îsraîlê dê bibin armanca êrîşê, lê behsa rola rasterast a Îranê di wan êrîşan de nekiriye.
Ajansa Dîfa Press a Îranê raportek belav kir û amaje bi wê yekê kir ku Eniya Berxwedanê ew cîh destnîşan kirine ku li Îsraîlê dê bibin armanca êrîşê.
Li gor lîsteyê balefirgehên sivîl û leşkerî, binkeyê leşkerî û ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê jî di nav lîsteyê de ne. Di raportê de behsa rola Îranê ya di wan êrîşan de nehatiye kirin.
Eniya Berxwedanê grubên çekdar ên Lubnan, Iraq, Sûriye, Husiyan, Efganiyan û Pakistaniyan li xwe digre.
Li gor zanyariyên heman ajansê Îsraîlî hest bi tirseke zêde dikin û xwe di bin gefa Îran û Eniya Berxwedanê de dibînin.
Navê wan cîhên ku hatine destnîşan kirin waha ye:
Cîhên Hikûmet û dewletê: Parlamento, Ofîsa Serokwezîr û Wezareta Şer.
Balefirgeh: Balefirgeha Ben Gorion a Navnetewî, Heyfa û Ramun.
Binkeyên Leşkerî: Binkeyê Seydut Mîşa, Binkeyê esmanî yê Ramun, binkeyê esmanî yê Hatezr, binkeyê esmanî yê Hetserîm, binkeyê esmanî yê Novatîm, binkeyê esmanî yê Têlînov û Balmaxîm.
Bender: Heyfa, Eşdud û Îlat.
6 rawestekên elektrîkê û çar zeviyên neft û petrolê.
Basnews
