Bi amadebûna Mesrûr Barzanî dewreya 233 ya Akademiya Leşkerî ya Sandhurst a Qraliyeta Brîtanya birêve çû
Îro 09.08.2024ê bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve dewreya 233 ya Akademiya Leşkerî ya Sandhurst a Qraliyeta Brîtanya birêve çû û berpirsên payebilind ên Brîtanya û welatên din amade bûn.
Xwandevanên navnetewî yên dewreya 233 ya Akademiya Leşkerî ya Sandhurst a Qraliyeta Brîtanyayê madalyayên temamkirina perwerde û rahênanê wergirtin û yek ji derçûyên akademiyê jî Arîn Mesrûr Barzanî ye ku di nav 233 kesan de dê madalya jê re bê dayîn ku hêmaya Paşayê Brîtanyayê li ser e.
Herwaha ji sala 2016ê ve ew madalya tê dayîn ku li ser asta navnetewî di wê dewreyê de beşdar dibin.
Akademiya Leşkerî ya Sandhurst a Qraliyeta Brîtanya du sedsale hatiye damezrandin û di bin serenava ‘’Xizmet bike ku Serokatiyê bikî’’ birêve diçe û di wê akademiyê de hin kurs tên dayîn û kursên demkurt ku 8 heftiyan berdewam dibe û li gel kursa demdirêj a 44 heftiyan berdewam dibe hene.
Ew kesên beşdarî wê rahênanê dibin li ser krîz û leşkerîbûn, astengî û çareseriyên pirsgirêkan waneyan dibînin ku bikarin rêberiyê bikin.
Qralê Urdînê Qral Ebdula, Qralê Behrên û Serokê Îmaratê jî derçûyên wê akademiyê ne.
Akademiya Leşkerî ya Sandhurst a Qraliyeta Brîtanya kolejekî leşkerî ya kevin a Brîtanyayê ye û sala 1802yê de hatiye avakirin. Yek ji akademiyên leşkerî ya herî bi navûbang a Brîtanyayê ye û wek navendekî perwerdeya leşkerî ya serekî ya efserên artêşa Brîtanyê tê nasîn û ew kolej li bajarokê Sundhurstê ye.
Basnews
