• Thursday, 12 February 2026
logo

Cezayê darvekirina 20 kesan hat cîhbicîhkirin, ku 13 kes ji wan kurd in!

Gulan Media August 10, 2024 Nûçe
Cezayê darvekirina 20 kesan hat cîhbicîhkirin, ku 13 kes ji wan kurd in!

Li Îranê 20 girtiyên cezayê darvekirina wan hate cîhbicîhkirin, ji wê hejmarê 13 kes kurd in û 7 kesên din jî xelkê Belûç û Afganîstanê ne, ew girtiyane bi tometên cuda cuda ve cezayê darvekirinê ji bo wan hatibûn dayîn û li girtîgeha Qizilhîsar a Kerecê cezayê wan hat cîhbicîh kirin.

Li gor raporteke Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw, cezayê darvekirina herî kêm a 20 girtiyên ku 13 kes ji wan kurdbûnû xelkê belûç û Afganîstanê jî di nav de bûn, li girtîgeha Qizilhîsar a Kerecê hate cîhbicîh kirin û heta naha nasnameya 11 kes ji wan hatiye aşkera kirin.

Li gor heman raportê ew 20 girtiyane bi tometa madeyên hişber, kuştina bi qesdî, destdirêjiya seksî hatibûn girtin û cezayê darvekirinê ji bo wan hatibû dayîn. Roja çarşema borî 07.08.2024ê cezayê darvekirinê li girtîgeha Qizilhîsar a Kerecê hat cîhbicîh kirin.

Di berdewama raporta Hengaw de nasnameya 11 kesên hatine darvekirin ên kurd hatiye aşkera kirin ku navên wan û nasnameyên wan waha ye: ‘’Şehab Melekî xelkê Hersîn, Mêhrdad Qeberbeygî, Mihemed Nezerî, Îsmaîl Şerefî – xelkê Kirmaşanê ye, Şehiryar Firûten – temenê wî 38 sale û xelkê Kirmaşanê û rûniştvanê Tehranê ye, Firûd Gerrawend – temenê wî 50 sale xelkê Koyeştê ye, Mhemed Keremî Kengawerî – xelkê Koyeştê ye, Ebdula Şehnewazî – temenê wî 45 sale û xelkê Zahdanê ye û Xelîl Nehtanî – temenê wî 35 sale û xelkê Zahdanê ye û rûniştvanê Tehranê ye. Li gor Hengawê ragehandiye ew 11 kesane 2 kes ji wan bi tometa kuştina qesdî, lê her 9 kesên din ji ber peywendiya wan bi madeyên hişber ve hebûye hatibûn girtin û cezayê darvekirinê ji bo wan hatibû dayîn.

Herwaha ew 4 girtiyên Afganîstanî yên hatine darvekirin jî 3 kes ji wan bi tometa destdirêjiya seksî, kesê din ji bi tometa kuştina qesdî hatiye darvekirin.

Hat ragehandin, derveyî wan 11 kesên ku nasnameyên wan hatiye aşkera kirin, ti zanyarî derbarê wan 9 kesên din de tine, lê berî naha hatibû zanîn ku ji girtîgeha Recayî Şar ve ew ji bo salona 3 ya girtîgeha Qizilhîsar a Kerecê hatibûn veguhestin.

Top