• Thursday, 12 February 2026
logo

Îsraîl razîbû li Xezeyê agirbest bê kirin

Gulan Media August 9, 2024 Nûçe
Îsraîl razîbû li Xezeyê agirbest bê kirin

 Îsraîl bi dubare destpêkirina danûstandinan bi Tevgera Hemasê re ji bo agirbestê li Xezeyê, li ser bingeha daxwaza serokên Amerîka, Qeter û Misirê, razî bû.

Nivîsîngeha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro (În, 09.08.2024) ragehand, “Piştî pêşniyara sêalî ya navbera Serokê Amerîkayê Joe Biden, Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed al Temîm Sanî, Îsraîl razî bû şanda xwe ya danûstandinan li roja 15ê vê mehê ji bo danûstandinên bi Hemasê re û behskirina agirbestê li Xezeyê bişîne cihê diyarkirî.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden, Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed al Temîm Sanî şevêdî (Pêncşem, 08.08.2024) beyannameyeke hevpar li ser rewşa Xezeyê û malbatên revandiyan belav kir û daxwaz kir ku dem li dest ew nexweşî bên rawestandin.

Di wê ragehandinê de hatiye, “Dema wê yekê hatiye ku dawî li azarên demdirêj ên xelkê Xezeyê û revandiyan û malbatên wan bê anîn, dema wê yekê hatiye ku agirbest bê kirin û revandî û desteserkirî bên azadkirin.”

Herwaha ew ragehandin dibêje, “Me her sêyan û tîmên me tevger kir ku bigehin lihevkirineke çarçoveyî, ku niha li ser maseyê ye û tenê pêdivîtî bi temamkirina hûrkariyên bicihanînê heye.”

Ev lihevkirin li ser bingeha wan pirinsîpan hatiye rêkxistin ên ku Biden li roja 31.05.2024ê pêşkêş kiribûn û bi biryara 2735ê Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî piştgiriya wê kiribû.

Top