Lijneya Asayîş û Berevaniya Parlamentoya Iraqê: Ji îro pê ve divê YNK binkeyên PKKê li Silêmaniyê daxe
Li gor nivîseke BasNewsê şeva borî belav kir, Desteya Dadweriya Helbijartinan a ser bi Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê, bersiva daxwaza Fermangeha karûbarên partiyan û rêxistinên siyasî da û derbarê hilweşandin û daxistina çend partiyên bi navên ‘’Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ), Partiya Eniya Tekoşîna Demokrasiyê û Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî)’’ û herwaha li gel daxistina wan partiyan divê dest li ser mal û milkên wan jî bê danîn. Ev biryar piştî gilî û dozeke taybet a asayîşa netewî ya derbarê wan partiyan de ku girêdana wan a PKKê ve heye li Iraqê û piştî PKK wek partiyekî qedexe hat naskirin û ew biryar hate dayîn û sedemê biryarê jî wekî ku ew partiyane metirsiyê li ser asayîşa niştimanî ya Iraqê çêdikin hatiye nîşandan.
Vê derbarê de Cîgirê Serokê Lijneya Asayîş û Berevaniya Encûmena Nûnerên Iraqê Segvan Sindî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Desteya Dadweriya helbijartinan a ser bi encûmena bilind a dadweriya Iraqê, bersiva daxwaza fermangeha karûbarên partiyan û rêxistinên siyasî daye û biryara hilweşandina çend partiyên bi navên Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidî, Partiya Eniya Tekoşîna Demokratîk û Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê da. Li gor naveroka daxwazê jî divê dest li ser mal û mulkê wan partiyan bê danîn. Ji ber ku ew asayîşa netewî ya Iraqê gilî kiriye, ku ew partiyane girêdayî partiyekî din a siyasî ya derveyî Iraqê ye, ev jî pirsgirêkê ji bo peywendiyên Iraq û Tirkiyeyê çêdike û ew partiyane ku biryar li ser hatine dayîn, ne ku siyaseta PKKê cîhbicîh kirine, herwaha hewl dane bi rêyên cuda ve xelkê bişînin Qendîlê û rêxistin ava bikin û çek û cebilxane ji bo PKKê dabîn bikin.’’
Herwaha got: ‘’Du partiyên ku ji wan partiyan li Şingalê ne, em baş dizanin ku ew partiyên PKKê ne û yek ji wan jî li Silêmaniyê ye, derbarê wê partiya ku li Silêmaniyê ye jî îro dê nivîsa fermî biçe û divê her îro YNK dest bi tevdîrên daxistina binkeyên wê partiyê bike.
Segvan Sindî got: ‘’Ji ber PKKê û wan partiyên din asayîşa Iraqê ketiye metirsiyê û ew partiyane bi fermana PKKê xwe kirine dadwer û tometa xiyanetê li ser xêlkê disepînin û herwaha rasterast teror dikin û dikujin. Ev metirsiye û di vê heyama dawiyê de li gel Tirkiyê şerê xwe anîne Iraq û Herêma Kurdistanê. Ji bo wê jî gelek xelkê hejmar û xwedî kar bi tometa sîxurî û bê ku tewanekî wan hebe hatin kuştin. Ev biryara hatiye dayîn biryara herî başe derbarê wan herdu partiyên li Şingalê de jî û îro dê nivîs ji bo parêzgarê Nînowa û qaymeqamê Şingalê biçe û ew jî dê bên daxistin.
Basnews
