• Thursday, 12 February 2026
logo

Kamala Harîs bi fermî bû berbijêrê Demokratan

Gulan Media August 6, 2024 Nûçe
Kamala Harîs bi fermî bû berbijêrê Demokratan

Îro 06.08.2024ê hat belavkirin ku ji bo helbijartinên Serokatiya Amerîkayê, Cîgira Seroka Amerîkayê Kamala Harîs bi fermî bû berbijêrê Demokratan.

Di vê çarçoveyê de ajansa Associated Press (AP) belav kir ku Kamala Harîs bi fermî bûye berbijêrê Demokratan û ev yek piştî helbijartineke navxwe ya elektronîk a nûnerên Kongreya Niştimanî ya Demokratan ew biryar hatiye dayîn ku 5 rojan berdewam kiriye û encamên wê îro aşkera bûne.

Li gor heman ajansê ragehand, sedî 99ê dengan ji Harîs re hatine dayîn ku bibe berbijêra Demokratan a helbijartina Serokatiya Amerîkayê.

Biryare roja 05.11.2024ê helbijartinên Serokatiya Amerîkayê birêve biçe û berbijêra Demokratan Kamala Harîs e û Komariyan jî serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump wek berbijêr nîşan dane, herwaha wek berbijêrê serbixwe jî Robert Kennedy berbijêr e. 

Top