Ji 32 balefirên F-16 yên hêzên esmaniya Iraqê, 12 balefir ji kar ketine
Fermandariya hêzên esmaniya Iraqê aşkera dike piraniya balefirên şer ên Rûsî yên Iraqê ji kar ketine û 12 balefirên şer ên F-16 jî pirsgirêkên wan hene û nayên çêkirin jî.
Li gor zanyariyên ketine dest BasNewsê, roja 04.08.2024ê lijneya asayiş û berevaniya encûmena nûnerên Iraqê bi mêvandariya serfermandarê Iraqê û ferîqê yekem Ebdulemîr Yarula û fermandarê hêzên esmaniya Iraqê Şehab Cahid Elî de civiya û di civînê de bi aşkerayî behsa rewşa hêzên esmaniya Iraqê û çend pirsen din hate kirin.
Li gor zanyariyên BasNewsê fermandarê hêzên esmaniya Iraqê di civînê de çend nepeniyekî aşkera kirine ku ji 32 balefirên şer ên F-16 yên Iraqê ku ji Amerîkayê hatine kirîn, naha 12 ji wan ji kar ketine û xerabûne û bi ti awayekî kar nakin û pêwîstiya wan bi tamîrê heye.
Çavkaniyekî beşdarê civînê ji BasNewsê re ragehand ku fermandarê hêzên esmaniya Iraqê gotiye: ‘’Ji aliyê darayî ve ew piştevanî tine ku bikarin balefirên ji kar ketî çêbikin.’’
Heman çavkaniyê aşkera kir, derveyî balefirên şer ên cureya F-16, piraniya balefirên şer ên Rûsî yên artêşa Iraqê ji kar ketine û li gel hewldaneke pir zêde û şarazayên cuda cuda jî anîne ser wan balefiran, lê heta naha nekarîne wan balefiran çêbikin.
Sala borî di meha Tebaxê de tora Forbes a Amerîkayê di raportekî de aşkera kir, pirsgirêkên teknîkî yên balefirên şer ên F-16 yên Amerîkayê li Iraqê gelek pirsgirêkên wan hene, ew pirsgirêk jî tenê di balefiran bixwe de nîne, herwaha di cureya mûşekên wan de jî ku li gel balefiran dane Iraqê di wan de jî pirsgirêk heye. Ji bo wê jî nêrînek li Iraqê hebûye ku ew balefirên Amerîkayê, li gel balefirên şer ên cureya Rafael ên Fransî bên guhertin. Lê ti biryarekî fermî ya vê derbarê de nehatiye dayîn.
Basnews
