• Thursday, 12 February 2026
logo

Michael Korilla gehêşte Urdinê

Gulan Media August 4, 2024 Nûçe
Michael Korilla gehêşte Urdinê

Venêrîn bo amadekariyên Amerîkayê li deverê de dike.

Duh Fermandarê giştî yê Fermandariya navendî ya Amerîkayê Jeneral Michael Korilla bi serdaneke fermî gehêştiye Urdinê.

Çapemeniya Amerîkî diyar kiriye ku, Michael Korilla di çarçoveya vê serdana han de vê biçe çend welatên din yên deverê û li gel rayedarên welatên deverê bicive.

Michael Korilla di çarçoveya civînê xwe yên li gel rayedarên deverê de giftûgo derbarê rewşa deverê û amadekariyên heyî yên bo bersifdayîna êrîşên Îranê yên bo ser Îsraîlê dike.

 

Top