Qasim Derbo: Xelkê Şingalê têgeheşt ku Serok Barzanî neba karesata Şingalê duqat mezintir dibû
Kesayeta Êzidî li Şingalê ragehand, grubên neyasayî li Şingalê xirabtir ji DAIŞê bi serê Êzidiyan anîne. Xelkê Şingalê dixapînin û dibêjne wan em hatine we biparêzin, l derket ji xirabtirî DAIŞê danûstan li gel wî xelkî kirin û keç û zarokên wan revandin û kirine çekdarên xwe û dibene şer.
Kesayeta Êzidî Qasim Derbo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Naha xelkê Şingalê têgeheşt ku eger Serok Barzanî û hêza Pêşmerge neba, karesata Şingalê dê duqatê wê mezintir ba, hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li Çiyayê Şingalê şer kirin û xelkê Êzidî parastin û li ser destê Serok Barzanî Şingal ji DIAŞê hate rizgarkirin. Lê mixabin grubên neyasayî dest danîn ser Şingalê û xelkê wê xapandin û fitne û alozî di nav xelkê Şingalê de çêkirin.’’
Herwaha got: ‘’Naha xelkê Şingalê hişyar bûne û dizanin grubên neyasayî ji bo xapandina wan hatine bajarê Şingalê, ji bo wê jî xelk bixwe ji nav grub û milîsan dûr dikevin û berdewam daxwazê dikin ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê vegerin bo Şingalê. Ji ber ew cîh û navçeyên Pêşmerge lê bin aramin û xelk rihete, lê naha li Şingalê xelkê ji wan grub û milîsan ditirsin. Ji ber ku ew grub xirabtir ji DAIŞê bi serê xelkê Şingalê de anîne û hejmareke zêde zarok û keç revandine û kirine çekdar. Kesûkarên wan jî heta naha ti tiştek derbarê çarenivîsa zarokên xwe ya ji destê grubên neyasayî nizanin.’’
Qasim Derbo got: ‘’Hin kes li mala xwe xwe dirêj kirine û li Ewrupayê ereqê vedixin û parvekirinên zindî dikin û behsa Şingalê dikin, ew kesane ji aliyê grubên neyasayî û milîsan ve piştevaniya wan tê kirin. Ji bo ku fitne û aloziyê di nav Êzidiyan de çêbikin. Wan fîşekek jî ji bo Şingalê neteqandine û ji dûr ve weşana zindî dikin, eger rast dibêjin bila bên bo Şingalê. Lê xelkê dilsoz ê Şingalê hemû rastiyan baş dizanin, ji bo wê jî heta naha di nav kampan de mane û nikarin wegerin Şingalê.’’
Basnews
