• Thursday, 12 February 2026
logo

Mîr Hazim Tehsîn Beg: Em helwêstê Mesrûr Barzanî ji bîr nakin, ku mûçe ji bo rizgarbûyên DAIŞê birî

Gulan Media August 4, 2024 Nûçe
Mîr Hazim Tehsîn Beg: Em helwêstê Mesrûr Barzanî ji bîr nakin, ku mûçe ji bo rizgarbûyên DAIŞê birî

 Roja 03.08.2024ê merasîma salvegera 10emîn komkujiya Êzidiyan li Hewlêrê birêve çû û Mîrê Êzidiyên Kurdistan û hemû cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg di merasîmê de gotarek pêşkeş kir û diyar kir: ‘’Em helwêstê Serok Barzanî ya li hember Êzidiyan jibîr nakin, ku ji bo Êzidiyan digiriya.’’

Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg û gelek berpirsên partiyan, kesayetên olî û civakî û rizgarbûyên dest DAIŞê ve merasîma bibîranîna 10emîn salvegera komkujiyan Êzidiyan birêve çû.

Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg diyar kir: Îro 10emîn salvegera komkujiya Êzidiyan a li Şingalê ye ku bi hezaran kes ji zarok, jin, ciwan û pîrên Êzidî bi destê çekdarên terorîst ên DAIŞê hatin kuştin.

Mîr Hazim amaje bi wê yekê kir ku dema Êzidî rastî komkujiyê dihatin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê deriyê malên xwe, mizgeft, dêr û dibistan ji bo Êzidiyan vekirin û got: ‘’Em wan hevkarî û alîkariyan jibîrnakin û wek erkekî exlaqî li ser me ye ku em behs bikin.’’

Mîrê Êzdiyan got: Em helwêstê Serok Barzanî ya li hember Êzdiyan ji bîr nakin, ku xwedî helwêstekî pehlevane bû, piştevaniya Êzidiyan kir û mil da milê me li gel me rawesta û em vê bîr nakin. Serok Barzanî ji bo jenosîda Êzidiyan digiriya.

Herwaha diyar kir hevkariyên berdewam ên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û helwêstê Mesrûr Barzanî nayê jibîr kirin, ku mûçe ji bo rizgarbûyên dest DAIŞê birî û ew jî helwêstekî pehlevanane bû.

Mîr Hazim Tehsîn Beg got, Mesrûr Barzanî berdewam piştevaniya menewî ji bo xelkê Êzidî kir, li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê di krîzê de bû, lê berdewam bû hevkariya ji bo Êzidiyan.

 

Basnews

Top